Herî zêde hatiye xwendin
Loading
 
Muslim:Çekdarên dîlgirtî yên DAIŞ`ê dê rastiyan aşkere bikin
AM:10:03:26/06/2015

Xendan – Hemze Ferzende


Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çend çekdarên DAIŞ`ê yên ku duhî danê sibê hêrişî Kobanê kiribûn dîl girtine, lewra di demeke nêzîkî de ewê her tiştekî aşkere bikin, jiber vê çendê ez niha nikarim bi temamî wê mijarê piştrast bikim.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê hêrişa çekdarên terorîst yên DAIŞ`ê bo ser Kobanê bo Ajansa Dogan Haber aşkere kir ku, hemû amaje di wê arasteyê de ne ku hêrişber ji Turkiye hatine Kobanê.

Muslim amaje bi wê yekê kir ku, YPG tiştekî wusa ne gotiye, ew dibêjin ew hêriş ji aliyê Bakur ve hatine kirin,başe li Bakurê Kobanê kî lê heye? Sînorek li wir heye.
Ev babet 723 car hatiye xwendin ‌‌
Copyright 2011—2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.