Xendan -
Tê çaverêkirin ku roja pîncşema bê 29-30-2012`an, mîhricana Urimûn ya sêyemîn bi beşdariya Kurdên kirmanc/zaza, Hewramî, Şebek, Bacelan, Zengene bi rê ve biçe.
Festîvala Maçogoyan dê 3 rojan dirêj bike û di wan her 3 rojan de, çendîn semînar û lêkolînên wêjeyî û zimanî dê bên pêşkeşkirin û bi gelek zaraveyan. Wek her car jî, Melbendî Roşinbîrî Hewraman dê festîvalê di bin navê “Roşinbîrî Maço, gencîneyeke zanînê ya mezin e, bila em dergehên wê jîrane vekin.” bi rê ve bibe.
Rêveberê giştî yê festîvalê û rêveberê Navenda çandî ya Hewramanê Eyûb Rustem di kongireya rojnamevaniyê de ji Xendanê re ragehand ku: “Gencîneya Maçogoyan, gencîneyeke tijî belge û zanyariyên derbarê gelê Kurd e, divê em wan zanyarî û belgeyan ji gelê xwe re aşkire bikin.”
Rustem aşkire kir ku: “Festîvala sêyemîn dê ji yên berê berfirehtir be û vê carê me gelek Kurdên me yên kirmanc/zaza jî vexwendine festîvalê da ku hemû Maçoyî amade bibin,”
Li aliyekê din jî, endamê lijneya ragehandina festîvalê Can Êzîdxelo li ser festîvala Urimûn ya îsal weha axivî: “Em gav bi gav berev nasandin û jevnêzîkkirina şêwezarên Kurdî ve diçin, em hîn di destpêkê de ne, lê em ê ji vir û pê de bi hemû karînên xwe rê nedin ti kesî ku zaraveyên me ji hev dûr bixin.”
Êzîdxelo weha berdewam kir: “Di vê festîvalê de, ez ê panelekê bi rê ve bibim, mebest jê jî ew e ku ez wek kesekî Kurmanc ji Kurdan û dagîrkeran re bidim zanîn ku Em Kurd ji hev têdigihin, zimanê me yek e, em ê ji vir û pê de jî ti carî ji hev dûr nekevin.”
Li ser wateya navê festîvalê û Maçogoyan Êzîdxelo weha got: “Urimûn navekî kevin yê welatê me ye ku di belgeyên Yarsanî û Avestayî de hatiye, Maço jî her wek vaje, waje, waçe, maçe û maço ye, ew hemû bi wateya peyv/peyivîn û gortinê tên. Em dikarin bêjin ku ew ên ku bi Maçoyî dipeyivin jî Kirmanc/zaza, Hewramî, Bacelanî, Şebekî, Zengeneyî, Kakeyî, Umelîkî û Kenûleyî ne.”
Hêjayî gotinê ye ku mêvanên festîîvalê wê ji çar parçeyên Kurdistanê hebin û festîval dê rojên 29-30-31/3/2012`an bi rê ve biçe.