Xendan.org, wek rojnameyeke online, bi Kurdî kar dike û berhemên xwe bi deq, wêne, deng û vîdyoyan belav dike.

Hûn di riya Xendan`ê re dikarin agahdarî rûdan û guhertinan bin û bi şêwazeke nû, û zanyariyên nû jî werbigirin, her weha biwarê wê jî heye ku hûn beşdariyê bikin û bibin beşek ji pêkhênerên vê malperê, Xendan rojê 24 demjimêran û bi dirêjahiya hefteyê babetan dixe ber destê xwendevanên xwe.

Xendan bi şêweyekî berdewam û dem bi dem zanyariyên nû li ser rûdan, guhertin, pêşhatinên siyasî, abûrî, civakî, werzişî, hunerî û teknolojiyê belav dike, her weha biwaran jî ji bo gihandin û danûstana bîrûrayan vedike.

Malpera Xedan`ê ji bo nûçeyan, pişta xwe bi ofîs û peyamnêrên xwe dibeste, ji bo nûçeyên cîhanî jî peymaneke wê bi France Press re heye.

Di Xendan`ê de, pabendbûn bi rastgotin û parastina baweriyê di gihandina zanyariyan de, binasî û binemayeke serekî ya karkirinê ye. Xendan`ê kêmkirina dema di navbera rûdana bûyerê û wergir de, rexsandina azadiya raderbirînê û bidesxistina zanyariyan ji xwe re kiriye aramnceke serekî. Di heman demê de, ew pabend e bi binemaya serekî yê rewiştiya rojnamevaniyê û li pêşiya her tiştekî jî rêzgirtina mafê jiyana taybet û berjewendiya giştî ye.

Malpera xendan`ê yek ji projeyên dezgeha Xendan`ê ye ku sala 2004`an hatiye damezirandin, malpera Xendan`ê jî sersala 2010`an dest bi weşanê kir.

Dezgeha Xendan`ê di riya belavokên xwe re, hewl dide ku xizmetguzariyeke ragehandinê ya pîşeyî pêşkêş bike. Ew jî bi pê belavkirina zanyariyên azad bo beşdarîkirina di dirustkirina rayeke giştî ku ji kêşe û pirsgirêkên civakî û giştî agahdar be, her weha çalakiyên rewşenbîrî û hişyraiyra demokrasî di riya kongire, workşop û semînaran re dike.


Armancên dezgehan Xendan`ê:

1- Danîna bingeha civakeke xwedî zanyarî di riya pêşkêşkirina xizmetguzariya medya, kongire û workşopên rojnamevaniyê re.

2- Belavkirina çanda demokrasiyê û buhayên lêborînê di civakan de.

3- Belavkirina çanda gotûbêjkirinê û hevpejirandinê.

 
Ji bo peywendiyan:
kurmanci@xendan.org    
 

Copyright 2012. Xendan for Publishing and Broadcasting. All Rights Reserved.